250 x 250 Reklam Alanı

Bêjeya bêhempa!

Ê ku dilê mirovahiyê pê hesret e.

Di nava dilê dayîkekê Kurd de dikele mezin dibe, pêl dide dikele û xwe digehîne dilê dayîkekî Anatolî. Li wir jî ewrên zengar girtî belav dike rûyê sîmana asîmanê dikenîne û her yek dibe bingeha azadiye.

Dîsa pêl bi pêl stêrkên gelawêjê dimijîne, mezin dike rûh dideyê.

Di her rûhekî de zarokek şitil dide, mezin dibe navê wî dibe aştî, dibe Îslam, dibe rozevin.

Piştê bedewî û xweşikbûnê aramiyê bilav dike li hemû cîhanê. Lê rojhilat dibe bingeha baxçeyên Manî, ramana azad vedihone zarokan ji serdestî û serweriyê xelas dike, xweza jî pê azad dibe.

Ji çiwîkek re dibe baskê kû nayê şikandin.

Lê her tim gav bi gav, dem bi dem meşa xwe ya ber bi rojê ve didomîne.

Di baxçeya evînê de mirovahî pê dîrok dinase. Hemû serpêhatî û çîrokên civakê wek kanî û robaran diherike, şîn dibe, gûl vedide.

Hemû mirovahî dibin evîndarê azadî, rizgarî û aramiyê.

Gava aştî mezin dibe, dayîkên dilêş, şewat û azarên xwe li dû xwe dihêlin, rondik li çavên wan nabarin.

Aştî pêk tê zilm radibe, aştî mezin dibe, serweriya zaliman biçûk dibe û pê de pê de li cîhanê de radibe,

Aştî şitil dide çiyayên azad zarokên roj û agirê di bin heybeta xwe de dihewîne star dike, aştî şîn dibe civaka polîtîk û sincî xwe diafirîne bi pê re jî dergûşa mirovahiyê rizgar dibe.

Aştî serweriya xwe ava dike zagonên Hammurabî ji holê radibin di şûn û warê wî de bi rûhê komûnal wekheviya însan geş dibe, bilind dibe.

War û wargehê dêrîn, warên Nemrûdên demî weran dike, di cihê wê de bexçeyê gûlevînê ava dike.

Gul diçîne, rengê xwe dide segoşeya dilê keçikekî bedew.

Hemû rengên gulan a di dilê keçika bedew de sor dibe, ser dibe, kesk dibe.

Rengêh xwe dide sosin û beybûnan xwezayê dixemilîne û dikemilîne.

Aştî ava dibe awirîn şer dest bi revê dikin, piçûk dibin, êdî zorokên sêwî bi tena serê xwe mezin nabin.

Aştî wekê helbestek Cegerxwîn, Apê Musa, wekê Pablo Nerûda, wekê Nazim Hîkmet di çavên zarokên azad de mezin dibe, şîn dibe mirovahî di gerdûnê de digehêje armanca pîroz.

Aştî pîroze, aştî evîne, aştî kesera azadîxwezane, aştî rizgarî û bedewbûn e.

Bu alana reklam verebilirsiniz!
468 x 60 Reklam Alanı